Li Meksîka şerê bi çeteyan re dijwar bûye: 7 kes mirin

Piştî girtina Serokê Kartela Sinaloa, Guzman şer derketiye.
Di şerê çekdarî yê navbera çeteyên Karel û hêzên ewlekariyê de, 7 endamên ewlehiyê hatin kuştin.

Rêveberiya Meksîka bi salane bi çeteyên Kartelê re di nava pevçûnan de ye.

Yek ji van komên çeteyên Kartel yên bibandor, Kartela Sinaloa ye.

Tundûtûjî piştî girtina Ovidio Guzman, kurê tiryakê navdar ê Meksîkî Joaquin Guzman yê bi nasnav “El Chapo” welat veguherand qada şer.

Guzman piştî bavê xwe serokatiya Kartala Sinaloa kiribû.

Bi girtina wî ya li bajarê Culiacan yê Meksîkayê re şer despêkir.

Hat diyarkirin ku li seranserê eyaleta Sînaloayê şer didome.

Gelek wesayît hatin şewitandin û hin dikan jî hatin talankirin.

Waliyê Eyaleta Sînaloa Ruben Rocha Moya di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di şerê bi çeteyên Karela Sinaloa re 7 endamên hêzên ewlekariyê hatine kuştin.

Ji nava wan berpirsên payebilind yên hêzên ewlekariyê jî heye.

Her wiha 8 jê sivîl 29 kes birîndar bûne.

Walî Moya: 25 wesayît hatine şewitandin

Şer heta amadekirina vê nûçeyê jî bi dijwarî dewam dikir.

Walî Moya diyar kir ku ji bo girtina rêyan 25 çalakiyên talankirinê hatin kirin û 250 wesayît hatin şewitandin.

Her wiha Walî Moya diyar kir ku dorpêça çeteyên 18 xalên li Culiacanê bi dawî bûye û ragihand ku kontrola bajêr ketiye destê hêzên ewlehiyê.

Rocha Moya dîsa jî ji gel xwest ku heta pêwistiyek lezgîn nebe ji malên xwe dernekevin.

Hat ragihandin ku dema operasyonên hêzên ewlehiyê dewam dikirin, endamên Kartela Sinaloa li eyaletên Sonora û Nayarit ên derdorê jî çalakiyên çekdarî li dar xistin.

Ji ber vê sedemê li hemû eyaletên derdora eyaleta Sînaloayê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

Ovidio Guzman qaçaxçiyê narkotîkê ku li Culiacanê ji aliyê artêşa Meksîkayê ve hat girtin.

Piştî vê bi balafiran ew derbasî paytext Meksiko City kirin.

Li wir jî derbasî Girtîgeha Altiplano ya bi ewlekariya bilind hate kirin.

Back to top button