Almanya wê Patriot û Marder bide Ukrayna

Welatên Rojavayî li pey hev çekan bû Ukrayna dişînin.
Bi vê yekê re jî didin xuyakirin ku ew di dirêjkirina şerê li Ukrayna de israr dikin.
Almanya wê wesayitên şer ên zirxî bataryayên moşkeên Patriot bide Ukraynayê.
Amerîka jî wê wesayîtên zirxî yên bi tîpa Bradley bo artêşa Kîevê bişîne.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û Serokê Amerîkayê Joe Biden hevkariya xwe ya bi Ukrayna re care din dubare kirin.

Lîderan bi daxuyaniyeke hevpar alîkariya leşkerî ya nû ya ku wê Berlîn û Washington bidin Ukraynayê agahî dan.

Di daxuyaniya ku piştî pêwendiya telefonê ya di navbera her du lîderan de hat kirin de, hat diyarkirin ku Almanya wê wesayitên şer ên zirxî yên tîpa “Marder” û bataryaya mûşekên Patriot bide Ukraynayê.

Hat ragihandin ku Amerîka wê wesayitên şer ên zirxî yên bi tîpa Bradley bişîne Ukraynayê.

Rayedarên Amerîkayê ji ajansên navneteweyî re axivîn û diyar kirin ku hejmara Bradley’ên ku wê ji Ukraynayê re bên dayîn derdora 50’î ne.

Amerîka jî meha borî ragihandibû ku ew ê bataryaya parastina asmanî ya Patriot bide Ukraynayê.

Roja borî, Fransa ragihand ku ew ê wesayîtên şer ên zirxî yên tîpa AMX-10 RC bo artêşa Ukrayna bişîne.

Lêbelê, daxwazên dubare yên Ukraynayê ji bo wesayitên şer ên girantir ên wekî Abrams an tankên Leopard ên Almanî heta niha ji hêla hevalbendên wan ên rojavayî ve nehatine bersivandin.

Zelensky spasiya lîderan kir

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di daxuyaniyekê de li ser Twitterê spasiya serokwezîr Scholz ji bo piştgiriya Patriot a plankirî kir.

Zelenskiy got,

“Li gel sîstema Iris-T û tankên dijî-balafiran ên Gepard, Almanya alîkariyeke girîng e ji bo misogerkirina girtina hemû mûşekên Rûsyayê da.”

Rêberê Ukraynayê di peyama vîdyoyê ya ku weşand de spasiya Scholz û Biden kir û got,

“Em ê bibin xwediyê bataryayek nû ya Patriot û wesayitên zirxî yên bi hêz.

Bi rastî ev ji bo welatê me serkeftinek mezin e.”

Agirbesta Putin ji aliyê Zelensky ve hat redkirin

Bi boneya Cejna Noel a Ortodoksan Serokê Rûsya Vladimir Putin 36 saetan agirbest ragihand.

Agirbesta navborî îro saet 12:00 ket meryetê.

Ukrayna agirbest red kir û ev yek weke Rûsya dixwaze nefesekê bigre binav kir.

Serokê Ukrayna diyar kir ku ev yek xapandineke û dixwazin pêşdeçûna hêzên me bidin rawstandin.

Biden: Putin dixwaze henaseyekê bigre

Serokê Amerîka Biden jî got:

Putin ji ber ku tengav bûye agirbest ragihand.

Rûsya hewil dide henaseyekê bigre.

Back to top button