Li Amerîka krîza hilbijartinê: Namzetê komargir ket dîrokê

Serketina Komargirina ya di hilbijartina Meclisa Nûneran de, nekarî serokatiya Meclisê bidet bixe.
Tevî dengên wan yên pêwist hene jî lê di tûra 11’an de jî Komargiran ji ber nakokiyên navxweyî namzetê xwe di rêde hiştin.
Di krîza hilbijartina Amerîkayê de, namzetê Komarger Kevin McCarthy ket dîrokê.

Krîza hilbijartinên serokatiyê li Meclisa Nûneran a Amerîkayê zêde dibe.

Kevin McCarthy namzedê Komarî yê ku di encama hilbijartinên pêşwext de piraniya dengan bidest xist, di dengdana 11’emîn de jî nekarî endamên partiya xwe razî bike.

McCarthy ji bo ku bibe Serokê Meclisa Nûneran pêdivî bi 218 dengan heye.

Lê 20 endamên Komarî red dikin ku deng bidin McCarthy.

Ev parlementerên ku ji baskê muhafezekartir ê Partiya Komargiranin di gelek mijaranên sînordarkirinên cidî, nemaze butçe, hem ji bo Senatoya di bin kontrola Demokratan û hem jî ji bo Serokê Amerîkayê Joe Biden de ye, bawer nakin ku McCarthy bi bikare daxwazên wan bicih bîne.

Tawîzên ku McCarthy heta niha ji bo razîkirina Komargirên li dijî xwe daye, têra guhertina ramanên wan nekirine.

Dengdana li meclisa nûneran careke din wê dubare pêk bê

McCarthy ji roja despêkê ya hilbijartina serokê Meclisa Nûneran û heta niha de dengên pêwist ji endamên partiya xwe negirtiye.

Tê çaverêkirin ku dengdan dewam be heta ku piraniya pêwîst ji bo hilbijartina serokê nû were bidestxistin.

Di Meclisa Nûneran de 222 endamên Komarî û 212 jî Demokrat hene.

Endamên Meclisê wê îro careke din ji bo dengdanê bicive.

Li meclisa nûneran a Amerîka krîza dîrok

Rewşek ku tu Serokê Meclisa Nûneran di zêdetirî neh dengan de nedihat hilbijartin, tenê beriya Şerê Navxweyî yê Dewletên Yekbûyî yên 1861’an pêk hatibû.

Di dema piştî şer de, di sala 1923 de, serokê nû yê Meclîsa Nûneran di dengdana nehan de hate hilbijartin.

Nakokiya li ser namzediya McCarthy ê 57 salî ji sala 2019’an ve wekî serokê hindikahiyê yê partiya xwe di Meclisa Nûneran de kar dike.

Aloziya navbera Komargiran dide xuyakirin ku wê ev yek bandor li hilbijartinên 2024’an yên namzetiya serokatiya wan jî bike.

Back to top button