6’ê Çile lekeya reş a li dîroka Amarîka

Di bûyerên 6’ê Çileya 2021’an de alîgirên Trump êrişî ser avahiya Kongresê kiribûn.
Ji wê rojê ve ev yek weke yek ji rojên herî metirsîdar û hewildana têkbirina demokrasiya li welat tê dîtin.
Serokê Amerîka Biden di salvegera bûyeran de 12 sivîlan xelat bike.

Di rojeke mîna îro de bû, Kongresa Amerîka bi metirsiya demokrasiyê re rûbirû mabû.

2 sal derbasbûn.

Hîna jî ev doz li welat dewam dike.

Di dema ku alîgirên Serokê berê yê Amerîka Donald Trump piştî axaftinên wî bihêrs bûn û berê xwe dan avahiya Kongreyê alozî derket.

Di serdegirtina li avahiya Kongresa Amerîka ya li paytext Waşîngton DC de xwîn hate rijandin.

Serokê Amerîka Joe Biden di salvegera 2. a bûyerê de, wê 12 sivîlan xelat bike.

Merasîm wê li Koşka Spê pêk were.

Hat diyarkirin ku wê xelat ji bo 12 kesên ku di nav wan de hiqûqnas, wezîfedarên hilbijartinê, rêveberên dewlet û herêmî jî hene bê dayîn.

Ev xelata were dayîn li welat xalata di asta duyemîn a herî bilind a ji bo sivîlan e.

Trump ji 4 sucan tê tewambarkirin

Komîteya Lêpirsînê ya 6’ê Çile ya ku li Meclisa Nûneran hat avakirin, di 19’ê Kanûnê de 4 doz li Trump vekir.

Komîteyê pêşniyar kir ku dozgerên federal Trump bi astengkirina pêvajoya fermî ya Kongreyê ji ber serdegirtin, komplo, şaştî û serhildanê tawanbar bikin.

Li gorî raporeke dawî ya Wezareta Dadê ku lêkolîna xwe ya derbarê serdegirtinê de dimeşîne, heta niha nêzî 900 kes bi beşdarbûna di serhildanê de hatine tawanbar kirin.

Ji van nêzîkî 470 kes li sûcê xwe mukir hatine.

Di êrîşa kongreyê de 5 kes mirin û bêtirî 140 jî birîndar bûn.

Back to top button