ÎSÎG: 2022’an li Tirkiyê 1843 karker mirin e

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiyê ya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di nava sala derbasbûyî de, herî kêm hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Meclîsa ÎSÎG’ê rapora li ser kuştina karkeran a sala 2022’an eşkere kir.

Di raporê de hate ragihandin ku di dema desthilatdariya AKP’ê de, 30 hezar û 546 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Meclîsê diyar kir ku tenê sala 2022’an herî kêm hezar û 843 karker di dema kar de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî vê yekê her roj herî kêm 5 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Karker herî zêde li Stenbolê, herî kêm li Rihayê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî raporê di nava salê de li Stenbolê 256 karker, li Rihayê jî 36 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiyê ya Karkeran (ÎSÎG) di raporê de diyar kir ku di dema desthilata AKP’ê de 30 hezar û 546 karkeran jiyana xwe ji dest dane

Back to top button