Li Tirkiyê dema hilbijartinan nêz dibe

Tifaqa Ked û Azadiyê banga beşdariya mitînga wê di 15’ê Çile de li Stenbolê were lidarxistin kir.
Tfaqê ragihand ku di pêvajoya diyarkirina namzetê xwe de nêzî namzetê hevparin.

Hevserok, serok û berdevkên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê duh li otêlek Taksîma Stenbolê civiya bûn.

Pêkhateyên Tifaqê têkildarî civînê daxuyaniya bi sernavê, “Em dibêjin vaye meydan: Em ê sala 2023’yan veguherînin sala guhertina siyasî” weşand.

Zextên li ser HDP û DBP’ê

Tifaqê di daxuyaniya xwe de îşaret bi zexta li ser HDP û DBP’ê kir û wiha got:

Zextên li ser siyaseta demokratîk her ku diçe zêde dibin.

Desteserkirina qeyûman a li dijî şaredariyên HDP’ê dewam dike.

Amadekariyên ji bo desteserkirina Şaredariya Stenbolê ya bi qeyûm, piştî şaredariyên HDP’ê didome.

Bi binçavkirin, girtin, êriş, sansûr û cezayên pereyan re hewl tê dayîn hemû mekanîzmayên îtîrazê yên civakê bên felckirin û çapemeniya azad nikaribe bixebite.

Ji bo mitînga yekem 15’ê Çile banga beşdariyê hat kirin

15’ê Çile wê li Qada Katal a Stenbolê bi dirûşma ‘Em ji xizanî, şer û zilmê re bêjin bes e’ yekemîn mîtînga tifaqê wê ya hevpar wê pêk were.

Banga beşdarbûnê li tevahî demokrat û mixalîfan hate kirin.

Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in

Tifaqê diyar kir ku ji bo namzetê hevpar jî heta astekê nêzî hev bûne û wiha domand:

Di pêvajoya diyarkirina namzetê xwe yê di hilbijartina Serokkomariyê de, em radigihînin ku em zêdetir nêzî vebijêrka namzetê hevpar in. Em bang li hemû hêzên civakî, bi taybetî jî mûxalefet ên ku guhertinê dixwazin û li hemberî civakê berpirsyar in, dikin ku bi cesaret bin û weke pêwîstiya vê berpirsyariya dîrokî bi awayekî vekirî û zelal berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Ji bo ewlehiya hilbijartinê seferberî

Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo ewlekariya hilbijartinê banga seferberiyê kir û wiha got:

“Ne tenê pêkhateyên xwe, ji bo ewlehiya hilbijartinê ji bo çalakiyên hevpar bi hemû sazî û rêxistinên demokratîk re amade ye.

Li ser navê Tifaqê em careke din bang li hemû welatiyên xwe yên ku siberojek bi nirxên ked û azadiyan tê avakirin dixwazin.

Werin em bi hev re biguherînin!”

Back to top button