Li Şengalê ji bo tecrîdê komxebatek ji jinên Ereb û Êzidî re hat lidarxistin

Jin ji bo naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo di nava têkoşînê dene. Jinên ji pêkhateyên Kurd û Ereb ji bo dawî anîna tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo komxebatek li darxistin. Di komxebatê de soza bilindkirina têkoşîna hevpar jî hate dayîn.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo balê bikşîne li ser tecrîd û naskirina ramanên Rêber Apo li gundê Medîban yê Şengalê komxebatek li dar xist.

Komxebat bi beşdariya 50 jinên Ereb û Êzidî bi dirûşmeya ‘Bi rêxistin û tekoşîna Jinan emê azadiya fîzikî a Rêber Apo misoger bikin’ pêk hat.

Destpêkê li ser rastiya Rêber Ocalan Sinevizyon hate pêşandin.

Komxebata TAJÊ’yê li ser sê xalên bingehîn birê ve çû.

Xala Yekê, jin û Rêbertî, komploya li ser Rêber Ocalan û tecrîda giran a li îmraliyê bû.

Li ser mijarê, Berdevka Komîta Karên Derve a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Suham Şengalî da zanîn ku ji zaroktiyê de Rêber APO ji bo mafê jinan kete nava lêgerînê.

Fatime Mistefa xala duyemîn a li ser pergala demokratîk axivî û got;

Rêber APO ji bo jin karibin xwe azad bikin, derfetên ji bo azadiya jinê afrandiye.

Ji Şervanên YJŞ’ê Suheyl Şengalî jî xala siyemîn nirxandi û got:

Di dîrokê de jin herdem bûye qehreman û şer kiriye daku xwe biparêze.

Jin bi naskirina ramanên Rêbertî dikarin niha jî vê yekê pêk binin.

Di dawiya komxebatê gelek biryar hatin girtin ji wan:

Weka jinên Êzidî û Ereb heya azadiya Rêber Apo wê tekoşîna xwe dewam bikin.

Jinên Êzidî û Ereb ji bo azadiya Rêber Apo name binivîsîn û pêşangeha wêne û standa pirtûkan vekin.

Ji bo azadiya Rêber Apo û şikandina Tecrîdê wê meşek girseyî bê lidarxstin.

Ji bo yeketiya jinên Êzidî û Ereb wê karê dîplomasî bên xurtkirin.

Ji bo qirkirin û femînesyat li ser jin di sala 2014’an were naskrin weka jinê Êzidî û Ereb wê tekoşîn bê xurtkirin û karên hevbeş bên meşandin.

Back to top button