Li Qamişlo turnuvaya kişikê hate li darxistin

Li Qamişlo bi beşdariya 21 lîstikvanan turnuvaya 10’an a kişikê dest pê kir.

Li hola lîstika kişikê (şetrenc) turnuvaya 10’an a kişikê, li taxa Asûrî ya Qamişlo hate lidarxistin.

21 lîstikvan ji Hesekê û Qamişlo beşdar bûn û dê 2 rojan dewam bike.

Di turnuvayê de, hevserokê Yekitiya Werzîşê Nîdal El-Ehmed û endamê rêveber ê Nivîsgeha Lîstikên Ferdî ya yekitiyê Ebdullah Remo amade bûn.

Endamê komîteya amadekariyê ya turnuvayê û kontrol-kerê lîstokê Kadara Şêxî axivî û got:

“Dê turnuva, ji 7 geran pêk bê. Îro 4 û sibê jî 3 ger pêk bên.”

Di roja yekê ya turnuvayê de, hev-rikiyeke tund di navbera lîstikvanên beşdar de li dar ket.

Dê sibe jî gerên mayî dewam bikin û kesên di 3 astên serkeftî de werin diyarkirin.

Turnuvaya 1’emîn a kişikê 2013’an li Qamişlo pêk hatibû.

Back to top button