LI MÛŞÊ POLÎSAN BI SER AVAHIYA HDP’Ê DE GIRT

Di demên dawî de operasyonên qirkirina siyasî ji aliyê polîsên Tirk ve zêde bûne.
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP’ê ya bajarê Mûşê.
Hevserokên HDP’ê yên Mûşê jî hatin binçavkirin.

 

Li navenda Mûşê polîsan avêtin ser malên Hevserokên HDP’ê yên Mûşê û tevî kesekî din ew binçavkirin.

Polîsan her wiha avêtin ser avahiya HDP’ê ya Mûşê.

Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik serdegirtin şermezar kir û got:

“Ev nêzîkatî ji bo tepisandina partiya me HDP’ê ye ku dixwaze siyaseta demokratîk bike.”

Işik destnîşan kir ku ew ê ji têkoşîna xwe venegerin û ji bo avakirina aştiyê û pêkanîna siyaseta demokratîk, wê ji her demê bêhtir têbikoşin.

Ne tenê li Mûşê li Amedê jî binçavkirin hebû.

Polîsên Tirk li Amedê bi ser mala xebatkarê Belavkariya Firatê yê berê Mehmet Emîn Akgûn de girt.

Di serdegirtinên de, Akgûn û hevjîna wî Bêrîtan Boltan Akgun hatin binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button