Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî banga demildest lêkolîn bê destpêkirin hat kirin

Li bajarên bakurê Kurdistanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daxuyanî hat dayîn û bang hat kirin ku demildest li dijî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn û lêpirsîn were destpêkirin.

Li Amedê ji bo bikaranîna çekên kîmyewî daxuyanî hat dayîn û hat gotin:

“Heke derheqê çekên kîmyewî de lêpirsînek neyê destpêkirin tu wateya peymana jî namîne û ji ber vê divê dozger, rêveber û siyasetmedar erka xwe bi cih bînin.”

Li Şirnexê jî bi heman armancê daxuyaniyek hat dayîn û li dijî bikaranîna çekên Kîmyewî bertek hate nîşandan.

Li Êlihê jî bi pêşengiya MEYBA-DER’ê daxuyanî hebûn.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku divê demildest derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de lêpirsîn were destpêkirin.

MEBYA-DER’A Mêrdînê jî li ber avahiya ÎHD’a Mêrdînê daxuyanî da û tê hat xwestin ku çekên kîmyewî werin lêkolînkirin.

Li Rihayê jî kêliya ku daxuyanî were dayî ji aliyê polîsan ve daxuyanî hat astenkirin

Girseyê bi çalakiya rûniştinê astengiyê şermezar kirin.

Li Edeneyê jî Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Akdenîzê banga lêkolînkirina çekên kîmyewî kir.

Back to top button