Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê Cibraîl Mistefa da zanîn ger hikûmeta Şamê dorpêçê bidomîne wê karesetekî mirovî rûbide.
Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê Cibraîl Mistefa diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê û hikumeta Şamê koçberên Efrînê dorpêç kiriye û ev tişt anî ziman:
“Bi riya Firqeya 4′an a hikumeta Şamê kantona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç kiriye.
Derbaskirina pêdîviyên jiyanê qedexekiriye.
Tevî wê jî çûyîna koçberan ji bo tedawiyê li bajarê Helebê ew jî qedexekiriye.
Di vê dawiyê de li taxa Şêxmeqsûdê 2 zarokan ji ber dorpêçê û tune bûna pêdîviyên jiyanê jiyana xwe ji dest dan.
Eger dorpêç dewam bike, bi karesateke mirovî û qirkirina komî emê rû bi rû bimînin.”
Cibraîl Mistefa di dawiyê de bang li komîteya navneteweyî ya Xaça Sor û NY kir ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih bînin û dawî li vê dorpêçê bînin.