Şehîd Sakîne, Fîdan û Leyla ji aliyê Kongra Star ve hatin bi bîr anîn

Koordînasyona Kongra Star şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn. 

Koordînasyona Kongra Star ji bo salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê a 9’ê Çileya daxuyaniyek da.

Kongra Star diyar kir ku eger komkujiya destpêkê bihata ronîkirin wê ya duyemîn pêk nehata û got:

”Di her du komkujiyên Parîsê de kî pêl tetikê kiribe jî kujer dewleta Tirk e, MÎT e.

Lazim e Fransa jî sûcdarên esasî derbixîne holê, darizîne û ceza bike.”

Kongra Star anî ziman ku dewleta Tirk a faşîst pêvajoyeke nû li hemberî tevgera jin daye destpêkirin.

Komkujiya Parîsê di pêvajoyeke ku bi pêşengtiya jinê li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke nû hilbirî pêk hat.

”Ji bo tasfiyekirina şoreşa jinê biryara kuştina pêşengên jinê girtin.

Di hundirê 10 salan de him li Rojavayê Kurdistanê û li derveyê welêt j bi dehan jinên pêşeng hatin qetilkirin.”

Kongra Star şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û got: ”Em ê tola xwe bi mîsogerkirin û bilindkirina şoreşa jinê bigrin.”

Back to top button