PENTAGON: ME LI SER MAKENÎZMEYÊN EWLEHIYÊ BÊYÎ “HERÊMA EWLE” LI HEV KIR

Beriya du rojan danûstandinên Emerîka û dewleta Tirk der barê herêma bi navê ”Ewle” de bi dawî bûn. Emerîka û bi daxuyaniyekê, ragihand ku wan û Tirkiyê ji bo mekanîzmeya ango sîstema ewlehiya Sînor li ser avakirina Odeyeke hevbeş li hev kir. Piştî ku Pentagonê diyar kir ku ev yek wê li ser qonaxan pêk were, duh careke din Pentagonê diyar kir ku ev odeya hevbeş, armanca wê ewlehiya sînor e û ne ji bo tiştekî bi navê ”Herêma Ewle” ye. 

23’ê miha borî Nûnerê Taybet ê DYE li Sûriyê James Jeffery li Enqereyê li gel rayedarên dewleta Tirk herêma Ewle ya ku dewleta Tirk dixwaze, gotûbêj kirin.

Danûstandinên Enqereyê bi neqebûlkirina Jeffrey ji herêma ewle ya ku dewleta Tirk dixwaze, bi dawî bûn.

Jixwe Tirkiyê ji aliyê xwe ve ev yek teqez kir.

Piştî binketina van danûstandinan, dewleta Tirk careke din ragihand ku ew ê bi Jeffery re careke din ji bo ”Herêma Ewle” bicive.

Di 5, 6 û 7 vê mehê careke din danûstandin dest pê kirin.

Di encam de , Balyozxaneya Emerîka li Tirkiyê û bi daxuyaniyekê ragihand ku wan û Tirkiyê li ser avakirina ”Korîdoreke Aştiyê” ji bo vegera penaberên Sûrî li hev kir.

Her wiha hat destnîşankirin ku ji bo mekanîzmeya ewlehiya Sînor wan li ser Odeyeke Çalakiyan a hevbeş li hev kir.

PENTAGON: TI BENDÊ GIRÊDAYÎ GUHERTINA DEMOGRAFIYA HERÊMÊ, TUNE YE

Der barê mijarê berdevkê Pentagonê Sean Robertson diyar kir ku tiştekî bi navê Herêma Ewle li ser nehatiye lihevkirin.

Robertson teqez kir ku danûstandin berdewam in, û ji bo vegera Penaberên Sûrî, wê ev yek ti carî nekeve çarçoveya guhertina demogrfiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî.

PEDERESN METIRSYA XWE JI ENCAMÊN ÊRÎŞÊN TIKRIYÊ LI SER HERÊMÊ DESTNÎŞAN KIR

Têkildarî heman mijarê Nûnerê taybet ê NY ji bo aloziya Sûrî Geer Pedersen jî metirsiya xwe ji ber encamên êrîşên ku dewleta Tirk dixwaze li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk bîne, bi buhaneya ”Herêma Ewle”, destnîşan kir.

Pedersen diyar kir ku eger dewleta Tirk êrîş bike wê gelek encamên xeternak ên mirovî bi xwe re bîne.

Leave a Reply

Back to top button