ÎSRAÎL, XIZMÊN ERDOGAN “BI QEZENCKIRINA PEREYAN JI BAZIRGANIYA BI ÎSRAÎLÊ RE” TAWANBAR DIKE

Wezareta derve ya Îsraîlê lihevkirinên darayî yên xizmên Erdogan eşkere dike.

 

Wezîrê derve yê Îsraîlê Israel Katz xizmên serokê hikumeta AKP’ê Erdogan bi qezenckirina pereyan ji lihevkirinên wan ên bi Til Ebîbê re tawanbar kir û got:

Qaşo Erdogan dibêje ew li dijî her kesê ku “li gel Îsraîlê disekine” ye.

Ne em ji Erdogan hez dikin, ne jî ew.. welatên Ereban jî jê hez nakin.. nemaze ku Tirkiye û Qeter Ixwan el-Muslimîn dihewînin û pê gefan li ewlehiya welatên Erban dixwin û ne kêmî Îranê ne.

Malpera “Turkish Minute” li ser zimanê hinek rojnameyên Îsralî ragihand ku ev lihevkirin hem darayî û hem bazirganî ne.

Wezîrê derve yê Îsraîlê diyar kir ku dijminatiyeke belî di nava wan de heye, lê bazirganî berdewam e û belkî hinek kesayetên malbata wî beşdarî veguhastina kamyonan heta bendera Heyfa dibin û ji wir dişînin bazarên Ereban.

Li gorî malperê, rojane kamyon li Tirkiyê tên dagirtin û ber bi Heyfayê tên şandin , ku ev rê piştî şerê Sûriyê fermî ketiye xizmetê.

 

Leave a Reply

Back to top button