ENKS: DIVÊ HERÊM JI PYD’Ê WERE STANDIN Û RADESTÎ ENKS’Ê BÊ KIRIN

27’ê Tîrmehê bi pêşengiya îstîxbarata dewleta tirk a Teşkîlata Îstîxbarata Milî (MÎT) li Stenbolê di navbera dewleta Tirk û ENKS û opozisyona Sûrî de civînek veşartî pêk hat . Di civînê de biryar hatiye standin ku herêma Bakûr û Rojhilatê Sûrî were dagirkirin û piştre jî serweriya herêmê radestî ENKS’ê bê kirin.

Derket holê ku bi pêşengiya rayedarên dewleta tirk a dagirker civîneke veşartî li dar ketiye.

Civîn bi beşdariya ENKS û opozisyona bi navê “Koalisyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Opozisyona Sûrî” pêk hatiye.

Di civînê de li ser navê ENKS’ê Abdulhekîm Beşar,Nezîr Hekîm, Abdullah Gedo, Fêsel Yûsuf amade bûne.

Li ser navê Koalisyona Opozisyonê jî, sekreterê giştî û serbazê veqetiyayî Abdulbast Abdulatîf amade bûye.

Di civînê de wiha hatiye gotin:

“Divê em PYD’ê weke terorîst bi nav bikin û piştî operasyonek gengaz a li dijî Bakur-Rojhilatê Sûrî, divê herêm ji PYD’ê bê standin û radestî ENKS’ê bê kirin.”

Leave a Reply

Back to top button