“11 Çile Çavuşoglu û Miqdad li hev dicivin”

Li gor rojnameyeke erebî wê 11 çileyê, wezîrên karê derve yên dewleta Tirk û Hikûmeta Şamê bi sponseriya Rûsyayê li hev rûnên.
Ev çavkanî dibêje ku dibe wezîrê karê derve yê Îmaratê jî beşdar bibe.
Her wekî ev hevdîtin weke destpêka hevsdîtina Esed û Erdogan jî bi nav dike.
Amerîkayê jî li gel 3 welatan di nava danûstandinan de ye da ku helwesteke xurt li hemberî lihevanîna Şam û Enqereyê derxîne.

Hewldanên Rejîmên Tirkiyê û Sûriyê ji bo pêkanîna lihevanînê didomin.

Piştî hevdîtina wezîrên parastinê bi sponseriya Rûsyayê li Moskoyê, amadekariyên gavên nû tên kirin.

Rojnameya Şerq El-Ewset agahiyên nû têkildarî nêzîkbûna herdû aliyan belav kirin û behsa rola Îmaratê dike.

Li gor vê çavkaniyê, roja 11 Çileyê, wê wezîrên karê derve yên dewleta Tirk û Hikûmeta Şamê, bi amadebûna hempîşeyê wan ê Rûsyayê li hev bicivin.

“Dibe Îmarat bibe navbeynkara Tirkiye û hikûmeta Şamê”

Her wekî hewldan hene ku wezîrê karê derve yê Îmaratê Abdullah Bin Zayid di vê civînê de amade bibe.

Rojnameyê eşkere kir ku wê ev hevdîtina wezîran bibe destpêkek ji bo civînekê di navbera serokên Rûsya, Tirkiyê û Hikûmeta Şamê.

Di vê çarçoveyê de Îmaratê xwestiye ev hevdîtin li welatê wê pêk were.

Bi taybet piştî civîna Moskoyê, Abdullah bin Zayîd, li gel serokê Hikûmeta Şamê Beşar El-Esed civiya û behsa peywendiyên erênî yên herdû aliyan hat kirin.

Li hêleke din Washington jî dixwaze rê li ber vê lihevhatinê bigire.

Di kêliya pêşî de Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê dijîtiya xwe li hemberî başkirina peywendiyan li gel Rejîma Esed eşkere kir.

“Amerîka li gel 3 welatan wê helwestê nîşan bibe”

Li gorî Rojnameya Şerq El-Ewset, Amerîka bi Almanya, Fransa û Birîtaniyayê di nava goftûgiyan de ye da ku helwesteke çaralî li dijî lihevanîna Esed û Erdogan derxînin.

“Çavuşoglu diçe Amerîkayê”

Di heman nûçeyê de tê gotin, wê di rojên 16 û 17 vê mehê de, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu serdana Washington bike da ku berpirsên Amerîkî serwextî encamên hevdîtinan bike.

Nexasim ku derdê dewleta Tirk herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rêveberiya Xweser e.

Aliyên siyasî û leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê jî dibînin ku ev hevdîtinên dualî dê krîza Sûriyê kûrtir bikin û bibe barekî nû li ser piştî gelê Sûriyê.

Her wekî koma bi navê opozsyonê heta niha helwesteke zelal li hember vê lihevanînê dernexstine, di wextekê ku xelkê li herêmên dagirkirî, di nava tirseke mezin de ne.

Back to top button