RÊBER OCALAN: EGER DERFET WERE DAYÎN, EZ JI BO ÇARESERIYÊ AMADE ME

7’ê Tebaxê parêzerên Rêber Ocalan piştî 13 serlêdanên bêbersiv, karîbûn hevdîtinê bi Rêber Ocalan re pêk bînin. Parêzeran duh naveroka hevdîtina 7’ê Tebaxê ji raya giştî re eşkere kir . Tê de Rêber Ocalan dibêje: “Werin em bi hev re pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ez ê çareser bikim, ez ji xwe bawer im. Ji bo çareseriyê amade me. Ez dibêjim, di nava hefteyekê de dibe ku şer ji holê were rakirin.”

 

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê hevdîtina 7’ê Tebaxê ya bi Rêber Ocalan re daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê de Rêber Ocalan ev peyam da:

Ez dixwazim ji bo gelê Kurd statuyekê bidim avakirin.

Werin em bi hev re pirsgirêka Kurd çareser bikin.

Ez dibêjim, di nava hefteyekê de dibe ku şer ji holê bê rakirin.

Ez ê çareser bikim, ez ji xwe bawer im. Ji bo çareseriyê jî amade me.

Lê divê dewlet jî ya pêwîst bike.

RÊBER OCALAN: DIVÊ ALIYÊN PEYWENDÎDAR, RAST NÊZÎ DÎROKA KURD Û TIRKAN BIBIN

Rêber Ocalan têkiliyên Kurd-Tirkan ji Ahlat û Malazgirtê heta Destûra Bingehîn a sala 1921’ê nirxand û diyar kir ku çi feraseta Kemalîst, çi jî ya Osmaniya Nû be, divê her du feraset bi rengekî rast û hevgirtî nêzî têkilî û dîroka Kurd-Tirkan bibin.

Eger di siyaseta şer de were israrkirin, wê bi xwe re encamên hîn girantir bine, divê her kes vê rastiyê bibîne.

RÊBER OCALAN: JI BO ÇARESERIYÊ, BIRYARDARIYEKE WEK A OZAL HEYE

Her wiha Rêber Ocalan diyar kir ku ew dizane; hemû hewldanên wî yên ji bo çareseriya demokratîk ji serdema Ozal û heta niha ji aliyê kontrgerîla ve hatine astengkirin, ev hêzên li dijî çareseriyê ne, mîna berê nebe jî, îro jî xwedî hêzekê ne u şer diafirînin.

Ew li hebûna îradeyeke ku heman biryardariya Ozal niha nîşan bide, dipirse.

Birêz Ocalan dema ku lêgerîna li aştî û demokrasiyê ya ji serdema Ozal û heta niha nirxand, anî ziman ku tecrîdkirina wî ya ku ev bîst sal in didome, pêwendiya xwe bi şerê heyî re heye.

Lê belê tevî vê yekê jî, destnîşan kir ku bîst sal in ew bi xeta aştiyê li ber xwe dide û hewl dide bibe bersiv.

Di heman demê de bi boneya cejnê, cejna gelên ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşin pîroz kir û silavên taybet ji girtîgehan re şand.

Leave a Reply

Back to top button