Pêşangeha wênexêzên zarokên Efrînê bi dawî bû

Pêşangeha wênexêzên zarokên Efrînê ya ku li Qamişloyê hatibû vekirin, di roja sêyemîn de bi dawî bû. 

Kombenda Efrîn a civakî û MSD di 5’ê Çileyê de pêşengeheke wênexêzên zarokên Efrînê li bajarê Qamişlo vekir.

Di pêşangehê de derdora 100 wênexêz hatin pêşandan.

Zarokan di wêneyên xwe de azarên koçberên Efrînê yên li kampên kantona Şehbayê, çanda Efrînê û darên zeytûnan dan pêş.

Şandeya MSD’ê, PYD, Daîreya Têkiliyên Derve, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Qamişlo serdana pêşangehê kir.

Rêveberiyên pêşangehê diyar kirin ku dê bi nirxên firotina wênexêzan pêwîstiyên zarokên şehîdan ên ji Efrînê koçber bûne, bi cih bînin.

Back to top button