KCK’ê ji bo komkujiya 9’ê Çileyê a Parîsê daxwiyaniyek da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber salvegera 10’an a komkujiya 9’ê Çileyê daxuyaniyek weşand.
KCK’ê sê şoreşgerên Kurd bi bîr anî.
KCK’ê rexne li Fransayê kir ku komkujiyê dinixumîne û got :
“Bi vê helwestê re bingeh ji komkujiya Parîsê ya duyemîn de hate amadekirin.”

Komkujiya 9’ê Çileyê 2013’an 10 salan li pey xwe dihêle ..

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da.

KCK: Komkujiya Parîsê nabe ku ji rêzê bê nirxandin

KCK’ê di daxwiyaniyê de diyar kir ku Komkujiya Parîsê cihê xwe di dîroka gelê Kurd de girt..

Di şexsê Şehîdên Parîsê de soza serketinê ku me dane şehîdên xwe, em dubare dikin.

“Komkujiya Parîsê nabe ku ti carî weke komkujî û êrîşeke ji rêzê bê nirxandin.

Rêber Apo ev komkujî di şexsê hevala Sara de weke dewam û dubarebûna Komkujiya Dersimê nirxandibû.

Li hemberî vê siyaseta qirkirinê, dewletên cîhanê û hêzên navneteweyî ya bêdeng man yan jî piştgirî dan vê siyasetê.

Ev nêzîkatiya dewletên cîhanê ya ji dewleta Tirk re , ji bo qirkirina Kurdan hîn bêhtir teşwîq kir. ”

KCK: Bi zanebûn êrîşî pêşengên jinan dikin

Hevserokatiyê destnîşan kir ku Dewleta Tirk bi zanebûn êrîş dibe ser jinên Kurd û pêşengên wan û got :

“Ji ber ku Rêber Apo gava ku PKK weke Tevgera Azadiyê ya Kurd ava kir, azadiya jinê kir bingeha azadiyê.

Ev diyalektîk li nava hemû jinên cîhanê bû sedema kelecaneke mezin û xwedî lê derketin.

Ev rastî sedema bingehîn e ku dewleta Tirk a mêtinger bi taybetî êrîşî pêşengên jin dike.

Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an ji mînakên herî şênber ên vê siyaseta qirkirinê ye. ”

KCK: Komkujî bi destê MÎT’a Tirk pêk hat

KCK’ê da zanîn ku Komkujiya Parîsê ya Duyemîn di encama polîtîkayên qirêj de hate kirin..

“Bi destê MÎT a Tirk ve hatiye kirin ku veguheriye şebekeyeke sûc û kuştinê.

Nêzîkatiya dewleta Fransayê jî dûrî ji sekna dewleteke serbixwe û serwer e.

Eger dewleta Fransayê failê komkujiya 9’ê Çileya 2013’an eşkere bikira , wê Komkujiya Parîsê ya 2 pêk nehatibûya.”

KCK: Divê çalakiyên demokratîk dewam bikin

Hevserokatiya KCK’ê tekez kir ku eger Fransayê naxwaze bibe şirîkê êrîşên AKP-MHP divê komkujiyan ronî bike..

“Heta ku ev neyê kirin, Fransa wê li nava gelê Kurd û mirovahiyê weke sûcdar bê dîtin.

Em bang li Fransayê dikin ku xwedî li nirxên mirovahiyê derkeve.

Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin heta ku ev komkujî bêne ronîkirin çalakiyên xwe yên demokratîk dewam bikin.”

Di daxuyaniya Hevserokatiyê de şoreşgerên jin ên şehîd bûn hatin bîranîn û soza ji bo serxistina têkoşîna wan hate dubarekirin.

Back to top button