Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger: Em li gel gelên xwe ne

Fermandarê Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger diyarkir ku ew li gor berjewendiyê gelên xwe tevdigerin.Şiyar Şevger bang li gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê taybet jî ciwanan kir ku çalakiyên xwe bidomînin ew netenê ne..

Fermandarê Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger derbarê bûyerên 2022’an taybet jî serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ajansa Firatê re axivî.

Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger anî ziman ku li gel provokasyonan jî wan dawî li agirbestê bi Îranê re neanîne û got, “Em li gorî berjewendiyên gelê xwe tevdigerin.”

“Divê kes ji bo pera nebe dijminê qewmê xwe”

Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger bang hêzên noker ên îranê, weke hêzên besîc kir ku li dijî gelê xwe devji xiyanetê berdin.

“Divê rejîma Îranê xwestekê civakê gûhdar bike”

Şiyar Şevger derbarê serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi pêşengtiya jinan û bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî destpêkiriye axivî û got: Sedsala ku em tê de ne pêwîst bi guhertinan heye; divê rejîma Îranê xwestekê civakê gûhdar bike.

Şevger şehîdxistina xwpêşandarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê şermezarkir û diyarkir ku ew gel netenê ye wê hesab kujeran were pirsîn.

“Em li gel gelê xwe ne divê serhildan bidome”

Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger dazanîn ku piştî ewqas şehîd paşgavavêtin nîne, divê gelê me çalakiyên xwe bodomînin.

Back to top button