
Tevî kuştin ,darvekirin û êşkence Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam e..
Serhildan di roja xwe ya 114 rojan de ye ..
Gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di daxwaza azadiyê de bi îsrarin.
Li aliyê din nerazîbûna li dijî darvekirina xwepêşandêran, zêdetir dibe
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 114 roj li pey xwe hiştin ..
Dewleta Îranê duh danê sibehê xwepêşanderên bi navê Muhamed Mehdî û Seyîd Muhemed Huseyînî darvekirin.
Her wiha metirsiya darvekirinê li ser gelek xwepêşandêrên din ên girtî jî heye.
Darvekirina ciwanan ji aliyê dewleta Îranê ve bû sedema bertekan..
Bi dehan hunermend û çalakvanan dijî darvekirinan bi rêya hesabên xwe yên torên civakî nerazîbûn nîşanî dan.
Siyamend Mûînî: Dewleta Îranê di dawiya temenê xwe de ye
Hevserokê PJAK Siyamed Muînî, derbarê darvekirina xwepêşandêran de axivî û got :
Bi darvekirina têkoşeran, wê yekê piştrast dike ku dewleta Îranê di dawiya temenê xwe de ye..
Li beramberî civak û serhildanan hîn zêdetir tirsiyaye.”
Li dijî darvekirina xwepêşandêran nerazîbûn zêde dibe
Duh bi şev jî li Tahran û gelek bajarên din li dijî dewleta Îranê û darvekirinan çalakî hatin lidarxistin.
Welatiyên bajarê Esfehanê Îro careke din daketin qadan.
Li gelek bajaran jî xelkê deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.
Bi heman awayî li Ewrûpa jî gel li dijî darvekirina xwepêşandêran li qadan bûn û banga hesab pirsînê ji dewleta Îranê kirin.
Dewleta Îranê rojnamevanê bi navê mehdî beik girt
Li aliyê din, li gorî agahiyan di 5’ê Çileyê de rojnamevan û edîtorê rojnameya Îtîmad Mehdî Beik ji aliyê hêzên Itîlaetê ve hat binçavkirin.
Hate gotinê ku di dema binçavkirina rojnamevan Mehdî de hêzên Itîlaetê, telefon, kompûter, kel û pelên wî jî desteserkirin.
Ji destpêka serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û heta niha, herî kêm 73 rojnamevan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.