Şehidên komkujiya Parîsê li Barcelonayê hatin bibîranîn

Li bajarê Barcelona yê herêma Xweser a Katalonyayê ya Spanyayê, ji ber salvegera 10’an a Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an meşeke girseyî hate lidarxistin.

Sara, Rojbin û Ronahî di salvegera xwe ya 10’an de bi meşekî girseyî hatin bibîranîn

Meşa ku enternasyonalîstan pêşengî jê re kirin, nêzî 300 kes tevlî bûn.

Girseya gel heta ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê meşiya.

Çalakgeran li vê derê dirûşma “Erdogan kujer e” qîriyan.

Meşê heta qada navendî Placa Katalunya dewam kir û bi mîtîngekê komkujiyên Parîsê hatin şermezarkirin.

Piştî ku meş bi dawî bu çalakvan blav bûn, polîsên Katalonyayê komek ji çalakvanan rawestand û yekemcar dest danîn ser alên PKK’ê. Ev nêzîkatiya polîsên Katalan bû cihê nerazîbûneke mezin.

Back to top button