YJA Star ji bo salvegera 10. a komkujiya Parîsê daxuyaniyek da

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star şehîdên komkujiya yekemîn û ya duyemîn a Parîsê bi bîr anî û da zanîn ku xeta têkoşînê ya Sara afirand belavî hemû cîhanê bû û got:” Em ê bi hesreta azadiyê ya şehîdên xwe civakeke azad ava bikin”.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi boneya salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da.

YJA Starê di şexsê fermandara pêşeng a destpêkê Sara û hevrêyên pê re şehîd ketin Rojbîn û Ronahî û şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê bi bîr anîn.

YJA Star : Xeta têkoşînê ya Sara afirand belavî hemû cîhanê bû

Di daxuyaniyê de hate gotin, Tevgera me PKK ku ji gelê Kurd û rastiya jinê ya di nava tarîtiya sîstema bi serweriya mêr de hatiye hiştin bûye hêviya azadiyê.

Bêguman ev asta ku têkoşîna me ya azadiya jinê û artêşbûna me ya jinê gihîştiyê, bi keda mezin a Rêber Apo û yek ji hevrêyên wî yên destpêkê bi keda hevrê Sara bi dest ketiye. –

Xeta têkoşînê ya ku Sarayan afirand, berxwedana me ya gerîal ku li dijî êrişên herî hovane yên faşîzmê dewam dike bû meşale ji berxwedana mirovahiyê re ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li tevahiya cîhanê belav bûye û her mezin dibe.

YJA Star: Şoreşa azadiya Kurdistanê ber bi şoreşa jinê ve diçe

YJA Starê diyar kir ku Şoreşa azadiyê ya Kurdistanê ber bi şoreşa jinê ve diçe, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşan da ku koletiya li jinan tê ferzkirin bi rengê Sarabûnê tê parçekirin.

Di artêşbûna me ya jinê de ku 30 sal li pey xwe hiştiye, dost û dijmin her kesî dîtiye ku me mêtingerî, rêxistina faşîst-çete ya dewleta Tirk anîne ber têkçûnê. Hem li şerê tunelan hem jî li çeperên bexwedanê yên gerîla, hêzên me yên YJA Starê bi rengê Sara şer kirin.

YJA Star: Em ê bi hesreta azadiyê ya şehîdên me civakeke azad ava bikin

Di dawiyê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê wiha bi lêv kir:

Bi hesreta azadiyê ya ku me ji Sarayan, Evîn û Delal girtiye, em soz didin ku bi serketina têkoşîna jinan a li dijî desthilatdariya mêr a ku bi faşîzmê re derketiye lûtkeyê, civakek azad ava bikin.

Back to top button