Gerîlayan li Xakurkê li dagirkeran da

Li Xakurkê Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê bi çekên giran li dijî dagirkeran çalakî li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û tevgera dagirkeriyê daxuyanî da.

Li gorî vê;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 7’ê Çileyê de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.”

Li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê ev agahî dan:

7’ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê û qada Çemçoyê bi çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin.”

Back to top button