Sibê li Silêmaniyê sê jinên têkoşer ên şehîd tên bibîranîn

Wê sibe li Silêmaniyê di salvegera 10ʹemîn a Komkujiya Yekemîn a Parîsê de sê jinên Kurd ên têkoşer werin bîranîn.

Bi boneya salvegera 10ʹemîn a Komkujiya Yekemîn a Parîsê ku her sê jinên Kurd ên têkoşer Sakîne Cansiz Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, wê sibe li Silêmaniyê merîsimek bîranînê pêk were.

Merasîm ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ve tê organîzekirin.

Merîsim di saet 13.00’an de li Hola Akoparkê destpêdike.

Her wiha wê di merasîmê de xelata Sakîne Cansiz pêşkêşî jinên ji bo mafên jinan xebat û têkoşînê dikin were kirin.

Back to top button