
Aloziya li herêmên dagirkirî dewam dike. Welatiyek li Efrînê hate revandin. Li Cerablos, Ezaz, Bab, Idlib û hin deverên din ên dagirkirî xwepêşandan li dijî lihevnêzbûnên Enqerê û Şamê dewam dikin.
Çeteyên dewleta Tirk welatiyê bi navê Ibrahîm Medûr ê 40 salî ji gundê Qere Gulê ya ser bi navçeya Mebatayê ve revandin.
Li gorî agahiyan, Ibrahîm ji devê deriyê mala xwe hate revandin.
Çeteyan Ibrahîm birine girtîgeha Merata ya li navenda Efrînê.
Erebeyek bombebarkirî li Babê teqiya
Li aliyê din, di seatên nîvro de erebeyek bombebarkirî li Babê teqiya..
Li herêmên dagirkirî çalakî li dijî lihevkirina Enqera-Şamê dewam in
Her wiha li dijî nêzbûna Enqerê û Şamê jî Xwepêşandanên li herêmên dagirkirî didomin.
Duh li Idlib, Ezaz, Cerablos, Bab, Eletarib, Dar Eza û Efrînê dewam kirin.
Heyet Tehrîr El Şam hêzeke leşkerî ber bi Efrînê ve şandin
Li gorî çavkaniyên ji navçeya Cindirêsê çeteyên” Heyet Tehrîr El Şam” hêzeke leşkerî yên mezin ji tank û tankerên leşkerî, panzer, doçkayên giran û motorsilêtan ber bi nuqteyên xwe yên li navçe û derdora wê ve şandin.