PENTAGON DER BARÊ JINÛVEGERA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HIŞYARÎ DA

Roj bi roj metirsyên derbarê jinûveger û zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê zêdetir dibin.
Jixwe teqîn û kirinên çeteyên DAIŞ’ê li herêmê û tevahiya cîhanê vê yekê piştrast dikin.
Wezareta Parastinê ya Emerîkayê bi roaporekê jinûvegera çeteyên DAIŞ’ê sparte biryara Serokê Emerîkayê ya der barê vekişîna hêzên Emerîkî ji Sûrîiyê.
Pentagon got:
Biryara Trump zemînk ji zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê re ava kir û hişt ku çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve xwe bidin avakirin.

Di 19’ê Kanûna 2018an de serokê Emerîkayê Donald Trump biryar vekişîna hêzên Emerîkî ji Sûriyê da.

Trump bi tiwîteke li ser hisabê xwe yê Tiwetterê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê têk çûn û êdî ti pêwîstî bi hebûna Hêzên Emerîk li wir nema..

Li dijî biryara Trump gelek bertekên nerazîbûn derketin û heta niha jî berdewam in.

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagon raporek der barê jinûveger û jinûxweavakirina çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê de pêşkêşî Kongressa Emerîk kir.

 

PENTAGON:BIRYARA TRUMP A VEKIŞÎNA HÊZÊN EMERÎKÎ JI SÛRIYÊ ZEMÎNK JI ZINDÎBÛNA DAIŞ’Ê RE AVA KIR

Pentagon di rapora xwe de zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê û jinûxweavakrina wê bi biryara Trump a vekişînê ve girêda.

Pentagon di rapora xwe de wiha dibêje:

Biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê zemînek ji çeteyên DAIŞ’ê re da avakirin.

Piştî biryara Trump, derfet ji DAIŞ’ê re hat dayîn ku xwe ji nû ve ava û birêxistin bike.

Biryara Trump bû mîna gefekê li dijî aramiya herêmê.

 

PENTAGON: LI SÛRIYE Û IRAQÊ NAVBERA 14-18 HEZAR ŞANEYÊN RAZAYÎ YÊN DAIŞ’Ê MANE

Pentagon di rapora xwe texmîn kir ku hejmara şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê di navbera 14-18 hezar çete ye.

Li gorî Pentagonê îro roj ev şaneyên razayî kirinên terorîst weke teqîn, şewtandina zeviyan û çalakiyên xwekujî pêk tînin.

Jixwe ev yek jî di van demên dawî de diyar bû, nemaze piştî gefên dewleta Tirk li dijî bakur û rojhilatê Sûrî.

PENTAGON:DAIŞÎYÊN GIRTÎ Û MALBATÊN WAN LI DIJÎ EWLEHIYA HERÊMÊ GEF IN

Pentagonê di rapora xwe de bal kişande ser girtiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li gel QSD’ê û malabatên wan yên di kampa Holê de û ev hişyarî de:

Divê em bizanibin ku Kampa Holê bi hezaran ji malbatên DAIŞ’ê vedihewîne.

Ev yek bixwe gefek e ji herêmê re, lewre divê piştgiriya Emerîka ji bo vê mijarê xurtir bibe û herêmê li hember vê gefê biparêze.

Leave a Reply

Back to top button