Partiya Sûriya Pêşerojê bazara Şam û Enqerê ya li ser gelê Sûriyê şermezar kir

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya navçeya Ehrez ya Şehbayê, li dijî civîna sê alê ku tê de aliyên sûrî û tirkî li Moskow li hev civiyan, daxuyaniyek da û bang li gelên Sûriyê kir ku li dijî nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê bisekinin.

Daxuyanî li pêşiya meclîsa navçeya Ehrezê ya Şehbayê ya Efrînê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin û hate gotin:

“Me bi hezaran şehîd û birîndar nedane ku di dawiyê de teslimîyeta ji hikûmeta Şamê re qebûl bikin.

Di daxuyaniya metirsiya li ser çarenûsar gelên Sûriyê yên li herêmên di bin dagirkeriyê Tikriyê de hat destnîşankirin û wiha hat gotin:

Em birayên xweyên yên welatparêz vedixwînin ku em di aliyê siyasî û leşkerî de di bin sîwana xwediyên şoreşa rast (QSD û MSD) de bibin yek.

Em bang li hemû welatparêz, azadîxwazan û şoreşgerên li dijî neheqiyê dikin ku ji dewleta Tirk dûr bikevin.

Em bang hemû gelên Sûriyê dikin ku li dijî nêzîkbûna Şam û Enqereyê ya li ser hesabê berjewendiyên gelê Sûriyê, derkevin.”

Back to top button