Iraqê: Penaberên Îraqî yên li kampa Holê wê bên vegerandin

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku wan ji bo vegera penaberên Iraqî yên di wargeha Holê de, hemû amadekarîyên xwe temam kirine.

Rêveberê Giştî yê Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê Elî Ebas derbarê vegerandina penaberên Iraqî yên di nava wargeha Holê, ya li Rojavayê Kurdistanê de ji medya Iraqê re axivî.

Elî Ebas destnîşan kir ku vegera penaberan wê qonax bi qonax dest pêbike.

Derbarê vegerandina penaberên di wargehên li Herêma Başûrê Kurdistanê de jî Ebas got: “Vegerandina penaberên di wargehên herêmê de berdewam dike.”

Îraq: Mercên vegera koçberên ber bi Şengalê ve dê bên guncav kirin

Di derbarê Şengalê de jî Elî Ebas diyarkir ku ji bo vegerandina penaberan bi taybet jî vegera ji bo Şengalê, şert û mercên guncav wê werin amade kirin.

Back to top button