PKK: Divê herdu komkujiyên Parîsê bi her awayî bêne eşkerekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Komîteya Rêvebir a PKK’ê bi daxuyaniyan şehîdên komkujiyên li Parîsê bibîranîn û yên yekemîn û duyemîn bi bîr anî. Di daxuyaniyan de bang li hikumeta Fransa hat kirin ku vê komkujiyê ronî bikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê jî di daxuyaniya xwe de şehîdên komkujiyên li Parîsê bibîr anîn.

PKK’ê bi bîr xist ku tevî 10 sal li ser komkujiyê re derbas bûne jî dewleta Fransayê sûcdarên rastîn hîn mehkeme nekirine û ev tişt got: “Ji ber vê bû ku piştî deh salan komkujiyeke bi heman rengî hate kirin, careke din sê şoreşger û welatparêzên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin.

Em bang li hiqûqa Fransayê dikin ku van herdu komkujiyên Parîsê yên di nava 10 salan de ji aliyê heman hêzan ve hatine kirin bi her awayî eşkere bike.”

PKK: Hesabpirsîna dîrokî destpê kiriye

PKK’ê bi lêv kir sîstema dewlet û desthilatdariyê ya ku xwe dispêre mêjî û siyaseta bi serweriya mêr, herî zêde ji şoreşa azadiya jinê ditirse û got: “Ji ber vê yekê jî bi zanebûn û plankirî êrîşî şoreşgerên pêşeng ên jinê dike û wan qetil dike.

Çi dike bila bike dawiya vê siyaset wê ji aliyê şoreşa azadiyê ya jinê ve bê diyarkirin.

Li ser vî bingehî, darzandin û hesabpirsîna dîrokî dest pê kiriye, dawiya vê jî wê serketinê bi xwe re bîne.”

Back to top button