KONGRA GEL: Emê sibe li Parîsê bibin dengê şehidan

Kongreya Gel bi daxuyaniyekî diyar kir ku ji bo hesabpîrsina komkujiya Parîsê dakevin qadan, tevlî meşa sibe bibin û hate gotin ku xwedî li mirasa şehidan Parîsê derkevin.

Di daxuyaniya Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL de hate gotin: “Tevî ku bi gelek delîlan hate piştrastkirin ku Komkujiya Parîsê ya 1’mîn ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin, plansazên komkujiyê nehatin eşkerekirin.

Ev yek bû bingeh ji bo Komkujiya Parîsê ya 2’yemîn.”

KONGRA-GEL bang kir ku ji bo komkujî werin şermezarkirin, divê gel sibe li Parisê kom bibin û got:

Peyama ku gelê me û dostên me sibe li Parîsê bide divê gelekî xurt be.

Ji bo faşîzma dewleta Tirk şermezar bikin û ji hikumeta Fransayê bixwazin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne, emê li Parîsê bibin dengê xurt ê şehîdan.”

Back to top button