
Dewleta Desthiladar taybet dewleta Tirk li hemberî destkeftiyên jinan serî li êrişan didin.Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku bi pêşengiya jinên Kurd alternatîva modernîteya kapîtalîst pêşketiye û got: ” Dewletên desthiladar dixwazin civakê di şexsê jinê de parçe bikin, divê jin bi yekgirtin û yekhelwestiyê têkoşînê bikin”
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran têkildarî êrişên siyasî yên dewletê û mêrsalarî ên li ser jinên şoreşger û têkoşîna jinên azad ên Kurd axivî.
Ayşe Acar Başaran diyar kir ku dema siyaseta cîhanê û faşîzmê dikeve nava krîzê de şer destpê dike û got:
Ji ber ku desthilatdaran û faşîzim, pêşketina doza jin û azadiya jinan ji bo xwe metirsiyek mezin dibînin.
Ayşe destnîşan kir ku dixwazin di kesayetiya jinê îradeya civakê bişkênin û serweriya xwe ferz bikin û wiha domand: Jinên Kurd pêşengiya civaka azad dikin.
Ji ber vê dewletên desthiladar di şexsê jinê de dixwazin civakê parçe bikin.
Ev zîhniyet dixwaze jinan û doza wan vegerîne ji berî 100 salan û hemû destkeftiyên wan tine bikin.
Îro bi pêşengiya jinan alternatîva modernîteya kapîtalîst pêşkeftiye.
Ayşe Acar Başaran: Divê jin bi yekgirtin û yekhelwestiyê têkoşînê biki
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran wiha pêde çû:
Di kesayetiya Rêber Ocalan de, dixwazin doz Kurd û têkoşa jinan ji holê rabikin.
Jinên kurd îro li hemberi dagirkerî, qirkirin û tinekirina nasnameya jinê, li tevahiya cîhanê têkoşînê dike.
Ji bo vê jî divê jin yekgirtin û yekrêziya xwe çêbikin.