
QSD′ê da zanîn ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên der barê şehadeta 10 şervanên wan derew in.
Navenda Ragihandina ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) twittek der barê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdxistina gelek şervanên QSD′ê de da û ev tişt anî ziman:
Wezareta Berevaniya dewleta Tirk a dagirker, di roja 8′ê Çileyê de li ser hesabên xwe yên fermî 2 daxuyanî da.
Her wiha wezaretê tê de îdia kir ku 10 şervanên me şehîd xistine.
QSD’ê diyar kir ku ev îdiayên dewleta Tirk nerast in û ti şervanên me şehîd nebûne.