Serokkomarê Iraqê li gel şandeya Şengalê civiya

Serokkomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd li gel şandeyek ku ji nûnerên pêkhateyên Şengalê pêkdihat civiya. 

Li gor daxuyaniya serokkomartiyê ve hat dayîn, dicivînê de serokkomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd diyar kiriye ku divê ji bo baştirkirina rewşa jiyanê ya welatiyên Şengalê karek cidî were kirin.

Her wiha diyar kir ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jiyanî û vegera welatiyan a li ser cih û warên wan lez were kirin.

Serokkomarê Iraqê îşaret bi pêwîstiya ji nûve avakirina bajêr û pêşkêşkirina xizmetguzariyên sereke ji bo welatiyan kiriye.

Şandeyê jî ji serokkomar xwest ku saziyên hikûmeta Iraqê yên li Şengalê, divê bi erka xwe rabin û budceyek ji bo ji nûve avakirina bajêr were veqetandin.

Back to top button