Şêniyên herêma Firatê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn

Şêniyên Herêma Firatê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan da.

Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Firatê şehîdên komkujiya Parîsê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a tevgerê Mîrxan Îsmaîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de behsa rola hersê jinên têkoşer di ronîkirina rêya jinan de hat kirin.

Her wiha îşaret bi wê hat dayîn ku hedefgirtina wan jinên têkoşer peyamek ji dewleta Tirk a dagirker bû ku ew dê her jinên têkoşer hedef bigire.

Çalakî bi pêxistina mûm û avêtina gulan li çemê Firatê bi dawî bû.

Back to top button