
Li Binarê Qendîlê bi du çalakiyan şehîdên komkujiya Parîsê ya 10’ê Çileya 2013’an hatin bîranîn.
Li gundê Endzê ji aliyê Meclisa Gel a Binarê Qendîlê ve hat lidarxistin.
Di çalakiyê de şehîdên komkujiya Parîsê hatin bîranîn û hat gotin ku ew ê li ser doz, xebat û têkoşîna şehîdan berdewam bin.
Her wiha komkujiya duyem a li Parîsê jî hat şermezarkirin û hat gotin, ew komkujî berdewamiya komkujiya beriya 10 salan a ku li Parîsê pêkhatî bû.
Li aliyek din li gundê Bokrîsan a Binarê Qendîlê çalakiyek pêkhat.
Çalakî ji aliyê RJAK’ê ve hat lidarxistin.
Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser xebat û têkoşîna Sakîne Cansiz û hevrêyên wê yên li gel şehîd bûne hat nîşandan û her du komkujî hatin şermezarkirin.