Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê civîna salane lidarxist

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê li navçeya Amûdê civîna xwe ya salê li dar xist.
Tê de kar û xebatên sala 2022`yan û plansaziya sala 2023`yan nîqaş kir.
​​​​​​​Meşandina xebatan li gorî rewşa awarte yek ji encamnameya civîna Meclisa Rêveber bû.

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê doh li navçeya Amûdê civîna xwe ya salê li dar xist.

Hemû endamên meclisê, Meclisa Qanûnsaz, nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Di civînê de li ser kar û xebatên sala 2022`yan û plansaziya sala 2023`yan nîqaş hate kirin.

Piştî nîqaşên berfireh Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê bi dawî kir.

Dawiya civînê plansaziya sala 2023’yan hat eşkerekirin.

Xalên herî girîng ê plansaziyê wiha ye.

Ji xebatên sereke yên rêveberiyê çareserkirina pirsgirêka avê ya Hesekê ye.

Ew jî bi rêya projeya veguhastina avê ji gundewarê Amûdê ber bi Hesekê ve.

Piştgiriya çandiniyê bi rêya peydakirina pêdiviyên çandiniyê û pêşxistina projeyên enerjiya alternatîf.

Her wiha di qada tenduristiyê de jî peydakirina hemû pêdiviyên saziyên tenduristiyê.

Çalakkirina beşên nexweşxaneyan û domandina projeya nexweşxaneya Hîmo ya li Qamişlo.

Peydakirina pêdiviyên saziyên perwerdeyê û sererastkirina dibistanan û pêşxistina asta mamosteyan.

Ji nû ve birêxistinkirina komînan û çalakkirina komîteyên wê.

Peydakirina pêdiviyên malbatên şehîdan û vekirina akademiyan ji zarokên wan re.

Çalakkirina çavdêriyê û bicihanîna giliyên welatiyan.

Domandina xebatan li gorî rewşa awarte.

Back to top button