Koçberên ji Efrînê yên li kampa Serdemê dimînin dorpêça li ser kantona Şehba şermezar kirin û bang li hikumeta Şamê kirin ku dorpêça rake.
Welatiya bi navê Nadiya Mihemed ya ji bajarê Efrînê dibêje :
“Ev 5 sal in em li hember zehmetiyên jiyanê li ber xwe didin.
Em ê li dijî vê dorpêçê li ber xwe bidin.”
Nadiya Mihemed da zanîn ku hikumeta Şamê, nahêle alîkariyên xwarinê, sotemenî û derman derbasî kantonê bibin.
Nadiya Mihemed bang li hikumeta Şamê kir ku vê dorpêçê rake û rê bide koçberan da ku ji bajarê Helebê derman bibin.
Welatiyê bi navê Hemîd Ebdo jî got:
“Em gelek zehmetiyan dikişînin, ji ber ku serma dijwar e.
Hikumet nahêle sotemenî derbasî kantona Şehba bibe û bi taybet dorpêçek giran li ser kampan ferz dike.”
Ebdo dorpêç şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bi lez destwerdanê bikin û dorpêçê rakin.