HRE: GELEK LEŞKERÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN Û BIRÎNDAR BÛN

Li hemberî topbaran Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên navçeya Şêrawa, Hêzên Rizgariya Efrînê bersiveke tuned da dagirkeran.

Têkildarî wê jî, daxuyeniyek bi raya giştî re parve kir.

Hêzên Rizgariyê ragihand ku di dema ku Artêşê û çeteyan navçeya Şêrawa topbaran dikir û balafirên wan digeriyan, derbeyek giran li Artêşa Tirk da.

Hêzên Rizgariyê baregeheke Artêşa Tirk a li nêzî qada şer kir armanc.

Di encamê de, gelek kuştî û birîndarên leşkeran çêbûn.

Dewleta Tirk jî bi helîkopteran birîndarên xwe rakirin.

 

Bêyî ku hejmara wan were eşkerekirin, nexweşxaneya Kilisê ji ber birîndarên leşkerên Tirk ket seferberiyê.

Dîmenên nexweşxaneyê jî bi awayekî zêde li ser medyaya torên civakî hatin parvekirin.

 

Berî çend rojan, di encama şerekî giran li gundên Şera de, herî kêm 7 çeteyên Dewleta Tirk hatibûn kuştin.

Di heman çarçoveyê de Hêzên rizgariyê da zanîn ku ji doh û heta vê sibehê, Artêşa Tirk û çeteyên xwe, gundên navçeya Şêra Malkiyê û Merenaz dan ber topan.

Hêzên rizgariyê jî bersiv da û şerekî giran qewimî.

Li wir, şervanekî Hêzên Rizgariyê şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button