QSD’ê: Li Til Hemîs depoyekî çek û teqemeniyê ya DAIŞ’ê hat dîtin

Navenda Ragihandinê ya QSD bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundekî navçeya Til Hemîsê depoyekî din a çek û çebilxanê ya çeteyên DAIŞ’ê hat dîtin.

Di daxuyaniya QSD’ê de hat gotin:

Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên dewamkirina Operasyona “Birûska Cizîrê” de, hêzên me îro li gundê Qîrewan ê girêdayê bajarokê Til Hemîsê depoyeke çekan dît.

Di vê depoyê de miqdareke mezin a madeyên teqemeniyê û cebilxane û hejmarek çek hebû.

Ev depo ji bo amadekarina erebeyên bombebarkirî jî dihat bikaranîn.

Ev cara 2’emîn e ku hêzên me li gundê Qîrewan depoyên çek, cebilxane û alavên leşkerî dibînin.

Hêzên me di dema Operasyona Birûska Cizîrê de li vî gundî 3 jî çete girtin.

Back to top button