Bavê şehîd Delal Ebdullah Mihemed li ser şehadeta keça xwe axivî

Bavê şehîd Delal, Ebdullah Mihemed derbarê êrişên dewleta Tirk û şehadeta Şehîd Delal a bi çekên kîmyawî de axivî û got: “divê Neteweyên Yekbûyî li dijî bikaranîna çekên qedexe xwedî helwest be”

Şehîd Peyam Abdullah bi nasnav Delal Şoreş a ji Başûrê Kurdistanê di Cotmeha 2022’yan de li Zapê di encama çekên kîmyawî yên dewleta Tirk de şehîd bû.

Bavê şehîd Delal, Ebdullah Mihemed derbarê êrişên dewleta Tirk a bi çekên kîmyawî de ji RojNews’ê re axivî

Ebdullah Mihemed: Em li ser xaka xwe bi çekên kîmyewî tên şehîd xistin

“Bi qasî 2 hezar 500 salin dijminahiya gelê Kurd tê kirin, Mixabin divê sedsalê de jî zilma li ser Kurdan berdewame.

Me Kurdan zilm li kesî nekiriye, lê em li ser xaka xwe bi çekên kîmyewî tên şehîdxistin.”

“Divê Neteweyên Yekbûyî li dijî çekên kîmyewî xwedî helwest bin”

Di dawiyê de bavê Şehîd Delal Şoreş, Ebdullah Mihemed diyar kir ku divê hikûmeta Iraqê serweriya xaka xwe biparêze, her wiha rêxistinên civaka sivîl ji ber êrişên dewleta Tirk gilî li ser Tirkiyeyê tomar bikin.

Back to top button