Serokkomarê Iraqê: Em ê hemû koçber ji kampan veguhezînin warên wan

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd bi şandeyek bernameya niştecihbûnên mirovî ya Neteweyên Yekbûyî re civiya. Di civînê de Serokkomarê Iraqê ragihand ku nabe ti koçberek di nava wargehan de bimîne.

Ofîsa Serokkomarê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd bi amadebûna Wezîra Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayeq, pêşwazî li şandeyek Bernameya Niştecihên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî kir:

Hate ragihandin ku di civînê de li ser rewşa koçberên ku li seranserî Iraqê ne guftûgo hat kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Letîf Reşîd ragihandiye ku nabe ti koçberek di nava wargehan de bimîne.

Letîf Reşîd her wiha diyar kiriye ku Wezareta Koç û Koçberan û Bernameya Niştecihên Yekbûyî jî di nav de, divê hemahengî û hevkariyeke bihêz di nava saziyên peywendîdar yên Iraqê de hebe.

Serokkomarê Iraqê: Pêwîste ji bo vegera li Şengalê xebat bê kirin

Duh jî Serokkomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd li gel şandeyek ji nûnerên pêkhateyên Şengalê civiya.

Li wir jî Letîf Reşîd diyar kiribû ku divê ji bo baştirkirina rewşa jiyanê ya welatiyên li Şengalê karekî cidî were kirin.

Hêjayî gotinê ye ku bi hatina demsala zivistanê re penaberên di wargehên Herêma başûrê Kurdistan û Iraqê ji ber nebûna sotemenî û xizmetê gelek zehmetiyan dikşînin.

Back to top button