HÎNBÛNA ZIMANÊ TIRKÎ LI HEÊRMÊN DAGIRKIRÎ, MERCEKÎ SEREKE YE

Siyaseta Tirkkirinê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li herêmên di bin dagirkeriya wê de tê meşandin, didome.
Bi taybetî jî di warê perwerde û hînkirinê de, ji ber ku hînbûna zimanê Tirkî ji aliyê mamosteyên dibistanan ve, merceke sereke ye.

Di vê çarçoveyê de, komek mamosteyên Sûrî li Enqereyê di perwerdeya hînbûna zimanê Tirkî re derbas bûn.

Ev perwerde ji aliyê navenda Meclîsa Turkmen a Sûrî li Enqereyê tê amadekirin.

Herî dawî jî, 56 mamosteyên Sûrî perwerdeyek bi dawî kir û wê vegerin waneyên bi zimanê Tirkî bidin.

Hat zanîn ku ev mamoste wê li herêmên mîna Ezaz, Bab û Cereblusê nêzî 1000 xwendekaran hînî zimanê Tirkî bikin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button