Rejîma AKP-MHP ji bo girtina HDP’ê zext zêde kirin e

Beriya hilbijartina parlamento û Serokomariyê ya li Tirkiyê, rejîma faşîst ya AKP/MHP dixwazin HDP’ê bigrin.
Tirsa ji HDP û endamên wê, bûye sedema ku faşîzim, bi awayekî eşkere gefa girtinê bixwe.
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Şahîn, malbatên ku li avahiya HDP’a Amedê dane rûniştin; wek delîl nîşan da.

Li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de doza girtinê hatiye vekirin.

Bekîr Şahîn têkildarî doza girtina HDP’ê de daxuyanî ango parastina devkî da heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM).

Şahîn li Eywana Dîwana Payebilind 45 deqîqeyan daxuyaniya devkî da şandeya Dadgeha Destûra Bingehîn.

Serdozger Şahîn piştî parastinê da AYM’ê li ji rojnamevanan re axivî.

Şahîn ji bo girtina HDP’ê malbatên ku li ber avahiya partiyê ya Amedê hatine rûniştandin wek delîl nîşan da.

Şahîn diyar kir ku têkildarî girtina HDP’ê wan hemû delîlan pêşkêş kiriye û got;

Niha biryara Dadgeha Bilind e.

Pêvajoy dê çawa bi rê ve biçe?

Di dema girtina dozê de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dikare delîlên zêde pêşkêşî dosyayê bike û HDP jî dikare parêznameya zêde pêşkêş bike.

HDP’ê parêznameya xwe ya sereke derbarê nêrîna Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind de pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kiribû.

Piştî daxuyaniya devkî ya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, rayedarên HDP’ê jî wê di roja ku bê diyarkirin de parastina devkî bikin.

Piştî vê pêvajoyê, raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn ku wê agahî û belgeyên têkildarî dozê kom bike, dê rapora xwe ya li ser esasê amade bike.

Dema ku ev doz berdewam dikin Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û HDP dê dikaribin delîlên zêde an jî parastina nivîskî ya zêde bidin.

Piştî ku rapor li endamên Dadgeha Bilind hat belavkirin, Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zühtü Arslan dê roja hevdîtinê diyar bike û endam di roja ku hatiye diyarkirin de bên cem hev û li ser daxwaza girtinê dest bi nîqaşan bikin.

Desteya Dadgeha Destûra Bingehîn a ji 15 kesan pêk tê dê biryara girtina HDP’ê bide.

Lê ji bo girtinê pêwiste ji sêyan 2 endaman biryarê erê bikin.

Bi gotineke din, ji 15 endaman 10 divê biryarê erê bikin.

Biryara ku di encama dosyeya girtina partiyên siyasî de bê dayîn wê ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û HDPê re bê ragihandin û dê di Rojnameya Fermî de bê weşandin.

Eger Dadgeha Destûra Bingehîn biryar bide ku endamên partiyê yên ku qedexeya wan a siyasî tê xwestin bi daxuyanî û kirinên xwe bûne sedema girtina partiyê, ev kes nikarin ji bo 5 salan bibin damezrîner, endam, rêvebir û çavdêrê partiyek din.

Back to top button