Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirkeriyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.
Li gorî vê;
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
9’ê Çileyê li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, gerîlayan 2 caran bi çekên giran û carekê jî bi sûîqastê li dagirkeran xistin.
Di encamê de 3 dagirker hatin kuştin
HPG’ê li ser êrişên Arteşa Tirk jî agahî dan û got:
Dagirkeran carekê bi çekên kîmyewî û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bombe kir.