Hêzên ‘Heres Cumhûrî’ ên girêdayî Hêzên hikûmetê li bajarê Şamê gelek ciwan girtin. Li rojavayê Helebê jî di navber hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk de şer derket û di encamê de 7 leşker û çete hatin kuştin.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku piştî êrişên li dijî hêzên wê, hêzên Pasdarên Komarê ‘Heres Cumhûrî’ ên hikûmeta Şamê li Qudseya Şamê hemleyek serdegirtinê pêk anîn.
Serdegirtin li dijî gelek mal û taxên li nêzî Mizgefta Omer Bin Ebdulezîz pêk hat û di encamê de 14 ciwan hatin girtin.
Ev serdegirtin jî li ser xwepêşandana ku êvarê li taxê hatibû lidarxistin pêk hatibû..
Li Helebê şer -7 leşkerên hikûmetê û çete hatin kuştin
Li aliyê din, çavdêriya Mafê Mirovan eşkere kir ku li rojavayî Helebê di navber çeteyên Tehrîr El-şamû û hêzên hikumetê de şer derketiye.
Di encamê de 7 leşkerên hikûmetê û çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûne…