MSD’ê û hevbendiya niştimanî ya Sûriyê li Qamişlo daxuyanî dan

MSD′ê û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê plana xebata xwes ya hevbeş ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, bi civîneke çapemeniyê eşkere kirin.

Di 27′ê Kanûna 2022′yan de Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê, serdana bakur û rojhilatê Sûriyê kir û gelek civîn hatin lidarxisitn.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê îro derbarê wê serdanê û hevdîtinên ku hatin kirin, civîneke çapemeniyê, li Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk a li Qamişlo li dar xistin.

Di civîna çapemeniyê de, hevseroka MSD′ê Emîne Omer û sekreterê giştî yê Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê Aram El Domanî axivîn.

Emîne Omer di civînê de got: “Me mijarên gef, berjewendî û armancên dewleta Tirk ên bi hewla derbasbûna li Sûriyê, mijarên girêdayî sûc û guhartina demografîk li Sûriyê, mekanîzmaya vegera hemû koçberan li herêmên xwe, nîqaş kirin.”

Emîne Omer li ser nêzîkbûna di navbera Tirkiye û hikûmeta Şamê de jî got: “Me nêzîkbûna Sûriye-Tirkiyê ya bi navbeynkariya Rûsyayê û encamên wê yên li ser xetereyên ewlehî, bêîstîqrariya li herêmê, astengiya çareserkirina krîza Sûriyê û gihandina ber bi çareyeke siyasî ji hemû aliyan re û êrişên terorê li herêmê, nîqaş kirin.”

Hevseroka MSD′ê Emîne Omer da zanîn ku gelek nuqteyên hevbeş di nava MSD′ê û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê de hene û dê ew nuqte di qonaxa bê de bi awayekî pratîk pêk bên.

Sekreterê giştî yê Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê Aram El Domanî tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Di nava me de gelek armancên hevbeş hene.

Ev serdan ji bo nasîna mekanîzmeya rêveçûna xebata rêveberiya sivîl de pêk hat.

Me tecrubeya wê di van salan de li ser asta Sûriyê ji bo xizmetkirina şêniyan, belavkirina ewlehî û îstîqrarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dît.”

Sekreterê giştî yê Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê Aram El Domanî, dawiyê spasiya MSD′ê li ser dîtina formeke hevbeş di navbera hêzên neteweyî yên demokratîk de ji bo pêkanîna çareyeke siyasî û guhartina demokratîk a li Sûriyê kir.

Back to top button