Siyaseta desthilata AKP-MHP’ê ya tirk li dijî HDP’ê

Bi nêzbûna hilbajartina Serokkomariyê ya li Tirkiyê êriş û lîstokên li ser Kurdan û HDP’ê zêde dibin. Doza girtina HDP’ê tê kirin, li aliyê din alîkariya xezînê ya dewletê tê rawestandin. Lê HDP’ê bi siyaseta ku dimeşîne, pêvajoyê diyar dike.

Bi nêzbûna hilbajartina Serokkomariyê ya li Tirkiyê êriş û lîstokên li ser Kurdan û HDP’ê zêde dibin.

Rejîma Faşîst a AKP-MHP’ê ji ber polîtîkayên şer û tecrîdê roj bi roj dihele û deng winda dike.

Ji bo ku dengên xwe di hilbijartinan de zêde bikin bi nîjadiya li hemberî Kurdan hewl dide xwe li ser lingan bigrin..

Dewleta Tirk a ku gelek siyasetmedarên Kurd xistin zindanan herî dawî derbarê HDP’ê de doza girtinê vekirin.

Li kêleka doza girtina partiyê ku dewam dike, bi fermana AKP-MHP’ê alikariya xezineyê ya HDP’ê bi biryareke dadgeha destûrî ya komarê hat rawestandin.

Tevî gef û êriş û girtinan, HDP’ê ji siyaseta xwe gav şûnve navêje û li gorî pêvajoya heyî xebatên xwe yên partiyê didomîne.

Bi vê siyaseta HDP’ê, desthilata AKP-MHP û him jî muxalîfet neçarî HDP’ê dibin da ku bibin desthilat.

Yanî, HDP’ê pêvajoyê diyar dike.

Hat ragihandin ku doh Koma AKPê ji bo teklîfa guherandina destûrê xwestiye serdana HDP’ê bike..

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûxan Oluç têkildarî mijarê heman rojê civîna çapemeniyê li dar xist û eşkere kir ku daxwaz ji hêla rêveberiya partiyê ve hate nîqaşkirin û û got:

“Ji ber ku doza girtinê ya li dijî HDP’ê ku doza tolhildanê ye didome û mafê alîkariya xizîneyê bi awayeke derqanûnî hate blokkirin, me biryar da ku daxwaza hevdîtinê ya rêveberiya koma AKP’ê red bikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî têkildarî rojevê di civîna koma partiya xwe de axivî.

HDP: Em ê li hember êriş û zextên desthilatê gav şûnve navêjin

Mîthat Sancar diyar kir pêvajoya operasyon û dozê ya li dijî partiya wan, bandorê li hemû pirsgirêkên li Tirkiyê dike û got:

“Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind îro li Dadgeha Destûra Bingehîn Bekir Şahîn parastina devkî ya dosya girtinê li dijî HDP’ê da.

Çendek roj berê jî hesabên me yên ku dê alîkariya xizîneyê jê re bihatina şandin hatin blokkirin.

Divê ev geşedan, tenê weke zextên li ser HDP’ê neyên dîtin.”

Sancar anî ziman ku kesek nikare bi zextan HDP’ê ji hêzê bêxe û got: “Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin, mezin bi wan bidin windakirin.”

Back to top button