Dewleta Tirk li pêyî dagirkirina Sûriyê ye

Dihate payin ku di demeke nêz de hevdîtin di navbera Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Çavuşoğlu û Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Feysel El-Meqdad de pêk were. Lê diyar dibe ku herdû alî ji vê yekê heta niha ne hazirin.

Piştî civîna sêalî ya wezîr û berpirsên Istixbaratê yên Tirkiyê, Rûsya û Şamê derbarê rewşa Sûryê de ku bi armanca lihevhatina Enqerê û Şamê de pêk hatin, vê carê qale hevdîtina wezîrên karên derve tê kirin.

Li gorî agahiyan, Rûsiya xwestiye civîn wezîrên karên derve ên van hikumeta di hefteya 2’a a vê mehê de pêk were.

Lê tê gotin ku ji ber Wezîrê Karê Derve yê Tirk Çawişoglo serdana DYA’ê dike, lewma wê civîn pêk neyêye..

Ragihandina ser bi Hikûmeta Şamê ve jî diyar dike ku heta niha ji bo hevdîtinê ti dem nehatiye diyar kirin..

Her çiqasî mijar tê gotin ku lihevnêzbûna di navber Enqera û Şamê de ye, lê gelek çavdêr dibînin ku dewleta Tirk hîn jî li peyî dagirkirina axa Sûriyê ye..

Ev yek jî li ser zimanê şêwirmendê berê yê Serokkomarê Tirk Yasîn Aktayî careke din hat ziman..

Şêwirmendê Erdogan ê berê Aktayî ku beşdarî telefizyoneke Tirkî bûye, tê de gotiye:

“Divê Heleb bi tevahî ji bin destê rêjîmê derkeve û bikeve bin destê Tirkiyê.”

Aktayî van gotinên xwe yên zelela ji bo dagirkirina Helebê jî bi mijara koçberan ve girê dide ku ew ê bibe sedem koçber vegerin Sûriyê.

Li hember van pilan û bazariyên di navber Şamê û Enqerê de tên kirin ku Rûsiya navbênkariyê dike, gelên Sûriyê bi hêrsin..

Ji roja Civîna sêalî çêbû û heta niha, li herêmên dagirkirî bi taybet, gel di nava çalakiyan de ye..

Di van dîmenên ku li ser tevna civakî jî belav bûn, helwesta gel a li hember dewleta Tirk, hikumeta qaşo ya mixalîfetê, Şamê û Rûsiya diyar dibe..

Her wiha bang tên kirin ku di roja Înê de li herêmên dagirkirî xelk derkeve xwepêşandanan.

Back to top button