JINAN BERTEK NÎŞANÎ TALANKIRINA ÇIYAYÊ QAZÊ DA

Li Bakurê Kurdistanê bi her awayî talankirina xwezayê ji aliyê hikumeta faşîst a AKP’ê ve didome.
Jinên ku ji “Talanê re bêjin êdî bes e” ber bi Çiyayên Qazê ve ketin rê.
Jinan diyar kirin ku ew ê li dijî xerakirina xwezayê derkevin û banga piştevanî û têkoşîna bi hev re li hemû jinan kirin.

“Nobeta Av û Wijdanê” ya li dijî madenên bin erd li Çiyayên Qazê dest pê kir, di roja 16’emîn de dewam dike.

Çalakgerên li herêmê kon vedan, ji bo dawîanîna xebatên lêgerîna madenê, daxwazên xwe tînin ziman.

Welatiyên ji çar aliyên welat hatin herêmê û kon vedan, diyar dikin ku destwerdana li dijî Çiyayên Qazê, di heman de destwerdana li dijî qadên wan ên jiyanê ye.

Çalakger her roj bi çalakiyên cuda destwerdana Çiyayên Qazê şermezar dikin.

Di nava çalakgeran de herî zêde jin û zarok hene.

Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, bang li hemû jinan kirin ku li dijî talanên xwezayê derkevin û gotin:

“Îro komkujiya xwezayê ye, xwezaya me tê firotin.

Komkujî dewam dikin, divê em bibin yek û li dijî van komkujiyan derkevin.”

 

Leave a Reply

Back to top button